Şandeyeke leşkerî ya Rêveberiya Xweser çû Şamê

.

Şandeyeke leşkerî û ewlehiyê ya ji Rêveberiya Xweser çû Şama paytexta Sûriyeyê.

Tê çaverêkirin ku şande bi rayedarên hikûmeta veguhêz re li ser mijarên leşkerî û ewlehiyê bicive.

Li gorî nûçeya ANHAyê, şandeyeke leşkerî û ewlehiyê ya ji Rêveberiya Xweser doh êvarê gihiştiye Şamê.

Şande ji endamên Fermandariya Giştî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sozdar Hacî û Sîpan Hemo, Berdevkê HSDyê Ebcer Dawud, ji Fermandariya HSDyê Şakir Ereb, Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dilêr Hisên Temo, Elî Xidir El Hesen, Mistefa Mehmûd Delî û Aho Êlyo Lehdo û Alîkara Hevserokên Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arîn Mistefa pêk tê.

Endamên şandeyê dê bi rayedarên leşkerî û ewlehiyê yên Wezaretên Parastin û Wezareta Karên Navxwe yên hikûmeta veguhêz re li ser mijarên ewlehî û leşkerî gotûbêjan bikin.

Mezlûm Ebdî çûna şandeyê ragihandibû

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke xwe ya 11ê Çiriya Pêşîn de ji Ronahî TVyê re ragihandibû ku dê di demeke nêzîk de şandeyeke leşkerî û ewlehiyê biçe Şamê.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin doh li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Eshed Şeybanî, Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra û Serokê Îstixbaratê Huseyîn Selame re civiyabûn.

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da