Şandeyeke Iraqê serdana Kurdistanê dike!

Hate ragihandin şandeyeke Hikûmeta Iraqê, li ser mijarên beşdarbûna partiyên Kurdistanî bo hilbijartina Iraqê û vegera koçberan tê serdana Hikûmeta Kurdistanê.

Şandeka hikûmeta Iraqê serdana Herêma Kurdistanê ku li ser çend mijaran bi rayedarên Kurdistanê re dê hevdîtinê bike.

Televîzyona K24 ragihand, şandeka hikûmeta Iraqê dê îro serdana Hewlêrê bike û bi Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî re hevdîtin bike.

Li gorî raporta K24, di hevdîtina şanda Iraqî û Kurdistanî de dê mijarên mîna vegera koçberan û beşdarbûna partiyên Kurdistanî di hilbijartinên Iraqê de bên axaftin.

Şanda Iraqî ji sekreterê encumena wezîran Mehdî Ellaq û wekîlê wezîrê navxwe Eqîl Mehmûd Xezelî pêk tê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokê firaksyona PDKê li parlamentoya Iraqê Erefat Kerem ragihandibû, heta niha PDKê bi fermî piştevaniya xwe bo ti partî û hevpeymaniyeka Iraqî ranegihandiye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin