Şandeyeke frensî serdana bajarê Qamişloyê kir

Hat ragihandin ku şandeyeke frensî ku ji jinan pêk dihat serdana bajarê Qamişloyê kirin.

Hate ragihandin ku heyeteke frensî ku ji jinan pêk dihat bi sedema piştgiriya jinên Efrînê serdana avahiya Kongreya Star a bajarê Qamişloyê kir.

 

Heyeta frensî ku ji Sekreteriya Rêveberiya Herêma Overfar Ronald a bajarê Leyon Corinê Morel Darlux, endama Partiya Çep a Fransayê û 3 rojnamevanan pêk dihat li Qamişloyê ji aliyê Berdevka Fermî ya Kongreya Star Evîn Siwêd û rêveberên Komîteya Têkiliyên Doplomasî Mekiya Hiso, Firyal Hesen û Fîdan Seydo ve hatin pêşwazîkirin.

Li gor çavkaniyên herêmî, heyeta frensî wê serdana saziyên sivîl û rêxistinên jinan ên Rojava û herêma Cizîrê bikin.

 

(sputnik)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin