Şandeyeke 'Federaliya Bakurê Sûriyê' çû Misrê

Şandeyeke bi navê Federaliya Bakurê Sûriyê bi serokatiya hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl seredana Qahîreya paytexta Misrê kir û li gel berpirsên pilebilind ên wezareta derve ya Misrê civiya.

Ew şand ji Aldar Xelîl û cîgirê Serokê Encûmena bicîkar di Kantona Cezîrê de Hisên Ezam û endama Desteya Bicîkar a Federaliya Bakurê Sûriyê Elîzabêt Gewriyê pêk hatibû.

Di civîna wê şandê de ligel berpirsên wezareta derve ya Misrê, şandê behsa rola Misrê di kirîza Sûriyê de kir û ew bi roleke avakir û giring binav kir, herwiha redkirina Misrê ji dagirkirina Efrînê re ji aliyê Tirkiyê ve hat nirxandin.

Herwiha di wê civînê de, gotûbêj derbarê lidarxistina kongreya Qahîre ya sêyem hat kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin