Şandeya Hikûmetê çû serdana Tevgera Goran

Îro, şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi serokatiya Serokwezîr Neçîrvan Barzanî û digel Cîgire Serokwezîr Qubad Telebanî, çû serdana Goranê. Di hevdîtinê de Goran daxwaza piçûkkirina kabîneyê kir

Li gor Rûdawê Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî de, bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê Ebdulsetar Mecîd, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Mewlûd Bawemûrad, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û Şêwirmendê Serokwezîr Dilşad Şehab li Girê Zergete ya Silêmaniyê li gel Sekreterê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî, Sekreterê Civata Nîştîmanî Cemal Hacî Mihemed û berpirsên din civiya.

Di civînê de Tevgera Goran, daxwaza biçûkkirina kabîneya hikûmetê û herwiha ji bo danûstandinên li gel Bexdayê jî daxwaza pêkanîna şandeke taybet kir.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand “Tevgera Goran xwestiye vê carê şanda Kurdistanê ya diçe Bexdayê şandeke taybet be, şandeke nîştîmanî be, ne ku hizbî.”

Piştî serdana Tevgera Goran, Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çûne Badaşanê û biryare li gel Endama Polîtbûroya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed jî bicivin.

Her wiha hate ragihandin ku şandeya hikûmetê dixwaze li gel aliyên din jî bicive û ji bo diyarkirina dema hilbijartinan komdengiyekê pêk bîne û dixwaze şandeya ku diçe Bexdayê şandeke nîştîmanî be û li ser vê yekê jî raya hemû aliyan were wergirtin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin