Îro êvara Şemiyê (07.04.2018) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeya bi serokatiya hevseroka HDPê Pervîn Buldan û hejmarek endamên wê partiyê kir.
Li gor nûçeyekê ya malpera hikûmeta herêma Kurdistanê ragehandî di hevdîtinê de hevseroka HDPê Pervîn Buldan û şanda ligel wê ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest û hevxemiya xwe derbirîn û hêvî kirin ku, ev xem, xema dawî ya wan be.
Nêçîrvan Barzanî jî sipasiya hevxemiya wan kir û destxweşî li şanda HDPê kir û Pervîn Buldan jî pîroz ku di kongreya giştî ya HDPê de weke hevseroka partiyê hatibû hilbijartin.
Di beşeke din ya hevdîtinê de behsa rewşa kurdan li Tirkiyê û giringiya çareserkirina pirsa kurdan li wî welatî hat kirin, herwiha tekezî li çareseriya pirsgirêkan bi rêya aştî û danûstandinê hat kirin.