Şandên Rûsya û Tirkiyê derbarê rewşa Sûriyê de li Enqerê civiyan

Nûnerê Taybetê Serokê Rûsya yê bo karûbarên Sûriyê, Aleksandr Lavrentyev li Enqerê bi Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Alîkarê Wezîrê Derve yê wî welatî Sedat Onal re civiya û di vê civînê de herdu aliyan derbarê rewşa Sûriyê de gotûbêj kirin

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku şandên herdu hikûmetên Rûsya û Tirkiyê, bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê, li Enqerê bi hev re civiyane.

 

Şanda Rûsya ji Nûnerê Taybetê Serokê Rûsya yê bo karûbarên Sûriyê, Aleksandr Lavrentyev, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Verşinin û nûnerên Wezareta Berevaniya Rûsyayê pêkhatibû.

 

Herwiha şanda hikûmeta Tirkiyê jî, ji Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Alîkarê Wezîrê Derve yê wî welatî Sedat Onal pêkhatibû.

 

Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje, her du aliyên Rûsî-Tirkî di civînê de li ser mijara pêkanîna komîteya destûr a Sûriyê de gotûbêj kirin û tekezî li ser wê yekê kirin, ku divê di demeke zû de xebat û çalakiyên komîteya destûra Sûriyê dest pê bike.

 

Şandên Rûsya û Tirkiyê tekezî li ser bihêzkirina seqamgîriya siyasî li Sûriyê û berdewamiya wê jî kirin û ji bo ku ew yek pêk were, dane xuyakirin, ku pêwîst e xebatên komîteya destûra Sûriyê di demeke herî nêzîk de bêne destpêkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin