Şandeke Rojavayê Kurdistanê serdana Fransayê kir

.

Şandeke Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê serdana Fransayê kir û li pêş Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Fransayê li ser rewşa herêmê zanyarî dan.

Şanda Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ku Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid û Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa pêk tê, li pêş Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Fransayê ligel beşdarbûna rojnamevanan, bi amadebûna hejmareke endamên parlamentoya Fransaxayê li ser geşedanên siyasî û sivîl û rewşa herêmê axivin.

Di destpêka civînê de Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Fransayê John Louis got derbarê Rojavayê Kurdistanê de got: “Di şert û mercên dijwar de we şerê terorê kir. We her tim hewl da pergaleke demokratîk ava bikin ku li ser wekheviya di navbera kêmneteweyan, olan û her du zeyendan de ava dibe.”

John Louis Borlange bal kişand li ser gelê Kurd û got: “Rastiyeke dîrokî heye ku nayê înkarkirin ku gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de rastî zilmê hat û ji mafên xwe bê par hat hiştin. Îro jî ji bo pêkanîna demokrasiyê, dabînkirina mafên Kurdan û hemû pêkhateyên din bi şêwazekê ku yekitiya Sûriyê pêk bîne, tê dikoşe. Bi vê yekê roleke girîng dilîze da ku dewleta demokratîk û aram were avakirin ku mafên hemûyan misoger dike."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El Ebid bal kişan ser hevkariya Fransayê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê û spasiya Fransa, gel û hikumeta wê kir û got: “Ji destpêkê ve Fransa bi roleke mezin rabû û helwesteke diyar nîşan da. Her tim li kêleka gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şerê li dijî terorê de sekinî.”

 Leyla Mistefa behsa xebatên ji bo ji nû ve avakirina Reqayê kir û got ku , li herêmê gelek xebatên xizmetguzariyê kêm in.

Leyla Mistefa herwiha da zanîn ku ji ber mercên xirab û nebûna xizmetguzariyan zehmet e xelkê navçeyê vegere bo ser mal û milkên xwe.

(Rûdaw)

Kurdistan Haberleri

KURD-KAVê 26’emîn kongireya xwe ya asayî lidarxist
Îraqê li ser xwefesixkirina PKKyê daxuyanî da
Li bajarê Seqizê, rêûresmek bo yada şehîdên şoreşa Jînayê bi rê ve ço
Tekoşîna Îsmaîl Beşikçî ya bo Kurditiyê bû belgefilm
Heleb | Du zarokên Kurd bi teqîna mayînê can dan