Şandeke payebilind a Amerîkayê bi rayedarên HSDê re civiya

.

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser malpera xwe ragihand ku şandeke payebilind, li Rojavayê Kurdistanê ligel rayedarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civînek pêk anî. 

 Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser malpera xwe ragihand ku şandeke payebilind, li Rojavayê Kurdistanê ligel rayedarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civînek pêk anî.

Di daxuyaniya wezaretê de hat eşkerekirin; şandeke payebilind ku ji Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joey Hood, Wekîlê Nûnerê Taybet ê Sûriyê Aimee Cutrona û Berpirsa Karûbarên Sûriye û Iraqê ya Encûmena Asayîşa Netewî Zahra Bell pêk dihat, li Rojavayê Kurdistanê ligel rayedarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civiya.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şanda Amerîkî li bajarê Reqayê ligel serokên eşîran jî hevdîtinek kiriye.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joey Hood diyar kiriye: “Li ser hemahengî û hevkariya Amerîkayê ya di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, berdewamiya îstiqrara li bakurê rojhilatê Sûriyê û ji bo ku DAIŞ bi awayekî mayînde têk biçe, li deverên rizgarkirî, em li ser radestkirina alîkariyan bi biryar in.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye