Şandeke Parlamentoya Kurdistanê serdana Fransayê dike

.

 Şandeke Parlamentoya Kurdistanê, biryar e serdana Fransayê bike û bi parlamenterên Fransayê re guftûgoyan li ser bihêzkirina pêwendiyan û hevahengiya di navbera her du Parlamentoyan de bikin.

Li gor zanyariyan, sibê şandeke ji endamên Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê, serdana Fransayê dike û li Parîsê bi parlamenterên Fransayê re dicive û bi armanca bihêzkirina pêwendiyan û hevahengiya di navbera her du Parlamentoyan de guftûgoyan dike.

Herwiha da zanîn, şanda Parlamentoya Kurdistanê bi parlamenterên Franayê re jî behsa ezmûna karê Parlamentoya Fransayê dikin.

Zanyarî eşkere dikin, şanda Parlamentoya Kurdistanê piştî Fransayê, serdana çend welatên din jî dike.

Fransya yek ji welatên ku pêwendiyên wê yên dîrokî bi Herêma Kurdistanê re hene, di qonaxên cuda de jî piştevaniya Kurdistanê kirin. Di wê çarçoveyê de jî, Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja 29/8/2021ê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û di hevdîtinên xwe yên bi Serokê Barzanî, Serokê Herêmê, Serokê Hikûmetê û Seroka Parlamentoyê re tekezî li bihêzkirina pêwendiyan û piştevaniya Fransa ji Herêma Kurdistanê re kiribû.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn