Şandeke MSDê derbarê rewşa Rojava de bi Wezareta Derve ya Danmarkê re civîya

Şandeke Encûmena Sûrîyeya Demokratîk li gel Wezareta Derve ya Danmarkê civîya û di civînê de bi alîyê Danmarkî re derbarê binpêkirinên Tirkîyê û komên çekdar ên li navçeyê û herwiha binpêkirina agirbestê ji alîyê Tirkîyê ve gotûbêj kir.

Navenda Nûçeyan- Şanda Encûmena Sûrîyeya Demokratîk (MSD) ji Hevserokê MSD Rîyad Dirar, Seroka Desteya Cîbicîkar a MSDê Îlham Ehmed û Nûnerê Rêveberîya Xweser li Danmarkê pêk dihat.

MSD ragihandîye, di wê civînê de, herdu alîyan behsa êrîşa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û binpêkirinên grûpên çekdar û artêşa Tirkîyê li navçeyê û herwiha binpêkirina agirbestê ji alîyê Tirkîyê ve kirin.

Herwiha şanda MSDê di civînê de behsa rewşa mirovî ya xerab û guhertina demografîya navçeyê kirîye û dîyar kirîye, ku Tirkîye bi aşkere plana guhertina demografîya navçeyê ragihandîye û dest bi cîbicîkirina wê kirîye.

Têkildarî proseya sîyasî ya li Sûrîyê jî Encûmena Sûrîyeya Demokratîk daxwaz kirîye, ku ew di danûstandinên proseya sîyasî de beşdar bibin.

Wezareta Derve ya Danmarkê jî ji alîyê xwe ve ragihandîye, ku ew êrîşa Tirkîyê bo ser bakurê Sûrîyê û herêmên Kurdî şermezar dikin û di civîna li gel şanda MSDê de wan careke din tekezî li ser wê helwesta xwe kirîye.

Wezareta Derve ya Danmarkê tekez kirîye, ku ew dilgiranîyên MSD fêm dikin û ew dê li ser piştevanîya wan û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk berdewam bin, ji ber ku wan hêzan Danmark û cîhan bi tevahî ji terorê parastine.

Şanda Encûmena Sûrîyeya Demokratîk herwiha li gel Komîteya Peywendîyên Derve ya Parlemana Danmarkê jî civîn pêk anî û bi wan re jî behsa rewşa Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûrîyê, herweha helwêsta Tirkîyê ya li hemberî pêkhateyên Sûrîyê kir.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da