Şandeke IHD û TIHV jî diçe Konyayê

.

Komeleya Mafên Mirov (IHD) û Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê (TIHV) jî ragihandin ku ew dê bi şandeke ji rêxistinên civaka sîvîl hatiye pêkanîn biçin navçeya Meram a ser bi Konyayê ve û bûyera kuştina 7 endamên malbata Kurd di cih de lêkolîn bikin.

IHD û TÎHVê derbarê 4 jê jin 7 kesên di êrişa li navçeya Meramê ya Konayayê hatin kuştin de, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê bibîr xistin ku malbata Dedeogullari berê jî ketibû ber êrişê û êrişkar piştî demeke kurt hatibûn berdan. Tê dest nîşankirin ku ligel biryara parastinê jî malbat nehatiye parastin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gel a Komarî (CHP) jî ragihandibûn ku dê 31ê Temûzê şandên wan biçin Konyayê û derbarê kuştina 7 endamên malbata Kurd de lêkolînan bikin.

Li bajarê Konya yê Tirkiyê di encama êrişa ser malbateke Kurd de 7 kes hatin kuştin û mal jî hat şewitandin.

Ew malbata Kurd roja 12ê Gulana îsal ji aliyê grupeke nîjadperest ve rastî êrişekê hatibû û di encamê de 7 endamên wê malbatê ku 4 jê jin bûn, birîndar bûbûn. Malbata ku êrîş rêkxistibû, her cîranê wê malbata Kurd bûn.

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî serdana wê malbata Kurd kiribû û li gorî gotina wê malbata Kurd, grûpa nijadperest a Tirk ji wan gotine, ew neteweperest in û rê nadin ku ew malbata Kurd li wir bijî.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye