Şandeke ENKSê bi Mazlûm Ebdî û nûnerên Amerîkî re dicive

.


Şandeke ENKS, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li pêş destpêkirina danûstantina di navbera ENKS û PYNKê de, wê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û nûnerên Amerîkayê re bicive.

Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê el-Partî Nisredîn Ibrahîm, do ji Rûdawê re daye zanîn: “Dê civînek di navbera ENKS û Mazlûm Ebdî de, bi beşdariya nûnerên Amerîkayê bê lidarxistin.”

Nisredîn Ibrahîm destnîşan kiriye: “Di vê civînê de, dê li ser binpêkirinên ku ji hemû aliyan ve tên kirin, bê gotûbêjkirin, da ku ew dosye bi temamî bê girtin.”

Herwiha Sekreterê El Partî, tu amaje bi roja civîna ENKSê ligel Mazlûm Ebdî neda, lê tê pêşbînîkirin ku di demeke nêzîk de civîn bê lidarxistin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye