Şandeke Amerîkî alîkariyên bijîşkî ji Kobanê re anî

Şandeke Amerîkî bi serokatiya Şêwirmendê Wezareta Derve ya Amerîka serdanan Kobanê kir û hejmarek ji alîkariyên bijîşkî pêşkêşî nexweşxaneya Kobanê kir.

Li Kobanê hat zanîn, şanda Amerîkî bi serokatiya Şêwirmendê Wezareta Derve ya Amerîka û Balyozê berê yê Amerîka li Behrênê William Robak bû.

William Robak di bersiva pirsa peyamnêrê K24ê re de got, armanca wan ji vê serdanê ew e, hejmarek ji alîkariyên bijîşkî pêşkêşî nexweşxaneya Kobanê kirin.

William Robak tekez kir jî, dê alîkariyên wan ji bo çend qonaxên din  jî berdewam bin.

Herwiha spasiya HSDê û qurbaniyên wê kir û got, armanca hebûna wan li Sûriyê şerê DAIŞê ye û dê li wê deverê bimînin, heta ku DAIŞ bi temamî tê jinavbirin.

  

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin