Şandeka Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihişt Bexdayê

.

Bi mebesta dirêjedana guftugoyan lîgel lîjneya darayî ya encûmena nûneran a Iraqê û fraksiyon û aliyên siyasî yê Iraqê şanda bilind a Herêma Kurdistanê gehişte Bexdaya paytexta Iraqê.

Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî, ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî da zanîn îro roja yekşemê 14.02.2021ê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî şanda bilind a Herêma Kurdistanê ber bi Bexdayê bi çûye bi armanca dirêjepêdana guftugoyan ligel lîjneya darayî ya perlemantoyê û kutle û aliyên siyasî yên Iraqê ji bo gotêbêjkirina bûdçeyayasa sala 2021ê ya Iraqê ku tê da mafên kurdan were parastin. 

Herwiha Hewramî amaje bi wê yekê jî kiriye di serdanên berê yên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kobûnên ligel hikûmeta federal û aliyên din  peywendî, hemû data û zanyarîyan derbarê dahata neftê û ne neftî û herweha xercîyan hatine zelalkirin û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû amadekarî hatine kirin ji bo rêkeftinê li ser bûdçeyasaya 2021ê ya Iraqê. 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin