Şanda Wezareta Pêşmerge li Amerîkayê ye

.

Şanda Karûbarên Wezareta Pêşmerge beşdarî bernameya Zanîngeha National Defense dibe. 

Şanda Karûbarên Wezareta Pêşmerge ku vê hefteyê li Washigtonê ye, weke beşek ji grûpa hêzên asayîşa Iraqê, beşdarî bernameya Zanîngeha  National Defense dibe.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn, şêwirmendê wezaretê Bextiyar Sidîq, Cîgirê Serokê Sererkanê Pêşmerge Hoşmend Heyder roja yekşemê ji bo beşdarbûna bernameyeke yek hefteyî ya ji bo berpirsên payebilind ên warê berevaniyê, serdana Amerîkayê kirin.

Şanda Wezareta Pêşmerge beşek ji şanda Iraqê ye ku berpirsçn sivîl û serbazî ji hejmarek ajans û wezaret li xwe digre. Semîner ji aliyê Zanîngeha  National Defense ve li navenda lêkolînên stratejî bo Rojhilata Nêzîk û Başûrê Asyayê hat sazkirin.

Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê li Balafirgeha Dulles pêşwazî li şandê kir û li ofîsa nûnertiyê civînek pêk anîn.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman beşdarbûna şanda Wezareta Pêşmerge di çarçoveya şanda Iraqê de bi vê bernameyê, bi girîng bi nav kir û got: “Bernameyên bi vê cûreyê, dibin bingeha bihêzkirina pêwendiyên me yên ligel hevbeşên me yên amerîkî.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû
Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê