Şanda hikûmeta Kurdistanê îro bi Kazimî û Helbûsî re hevdîtin dike

.

Şanda hikûmeta Kurdistanê ya ku çûye Bexdayê, dê bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî re jî hevdîtin bike.

Civîn û hevdîtinên şanda hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî li Bexdayê didomin.

Şanda hikûmetê dê îro bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û serokê parlementoya wî welatî Mihemed Helbûsî re hevdîtin bike.

Di civînên han de, dê behsa mûçeyê karmendan û bûdceya Kurdistanê were kirin.

Tê gotin ku her du alî nêzîkî rêkeftina giştî bûne û dê di demek nêzîk de bigihên rêkeftinê.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin