Şanda Herêma Kurdistanê û Mistefa Kazimî êrîşa ser Hewlêrê gotûbêj kirin

.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêşwaziya Şanda Danûstankar a Herêma Kurdistanê kir. 

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêşwaziya Şanda Danûstankar a Herêma Kurdistanê kir ku ji bo danûstandinên çareserkirina mijarên darayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, li Bexdayê ye.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi daxuyaniyekê ragihand; di civînê de li ser projeyasaya budceya giştî ya Iraqê ya sala 2021ê hatiye gotûbêjkirin, ku niha ji bo dengdan û derbaskirina di Parlamantoya Iraqê de amade ye.

Herwiha tekezî li ser dabeşkirina dahata Iraqê bi awayekî dadperwerane û bêyî ciyawazî bi ser xelkê de hatiye kirin, bi awayekî ku ligel bingehên destûrî yên Iraqê hev bigrin.

Weke din li ser êrîşên mûşekî yên van demên dawî yên ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê gotûbêj hatiye kirin û tekezî li ser yekxistina hewlên ewlehiyê yên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê hatiye kirin.

Gotûbêjên li ser mijarên herî girîng ên siyasî, aborî û niştimanî, beşeke din a civîna navbera şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê bûye.

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir