Şanda bilind a Herêma Kurdistanê bi Serokê Parlementoya Iraqê re civiya  

.

Îşev Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê bi Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî re civiya.

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî ku serokatiya şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikir bi Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî re civiya.

Nivîsgeha ragihandina Mihemed Helbûsî diyar kiriye di civînê de geşedanên siyasî û abûrî û asayîşî li Iraq û Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.

Herwiha herdu aliyan dupatî li ser yakalîkirina budceya giştî ya îsal a Iraqê û beşa Herêma Kurdistanê ligor destûrê hat gotêbêjkirin.

Cihê behsê ye Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî ku serokatiya şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikir bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re jî civiya bû.
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye