Şanda bilind a ewlehîyê ya Iraqê serdana Şingalê kir  

.

Şandeke ewlekarî ya Iraqê ji bo şopandina rewşa ewlekariyê serdana Şingalê kir û bi berpirsên partî û saziyên li Şingalê hevdîtin pêk anî.

Şanda leşkerî ya Iraqê ji Şêwirmendê Asayîşa Niştîmanî ya Iraqê Qasim Erecî û Serokerkanê Artêşê Ebdulaemîr Yaralla, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Rêveberê Îstîxbareta Leşkerî û Fermandarê Hêzên Bejahî pêk hat.

Şanda leşkerî, li baregaha leşkerî ya artêşa Iraqê bi mebesta şopandina rewşa ewlekarîya deverê bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Şingalê re civiya.

Hêjayî gotinê ye, ji ber bicih neanîna rêkeftina Şingalê û derneketina hêzên bi ser PKKê ve li Şingalê alozî di navbera hêzên iraqî û alîgirên PKKê de derketibûn.

Herwiha du roj berê jî li nav sînorên Şingalê komeke çekdar ji aliyê Sûriyê ve êrîşî hêzên Iraqê kiribû û leşkerekî Iraqê hatibû kuştin.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye