Şanda Amerîkayê bo Efrînê hate Enqereyê

Şandeke Amerîkayê ya bi seroktiya Cîgirê Şêwirmendê Wezareta Derve ya Amerîkayê Jonathan Cohen û rayedarên leşkerî yên Wezareta Berevaniyê ji bo derbarê operasyona Efrînê ya Tirkiyê de danûstandinan bikin gihîştin Enqerê.

Li gor medya tirk dê şandeya amerîkî li Wezareta Derve ya Tirkiyê û Sererkaniya Artêşa Tirkiyê hevdîtinan li ser ‘hevkariya edlî' ya her du welatan pêk bîne.

Berdevkê Pentagonê Adrian Rankine Galloway ragihandibû ku, ew dê li Enqerê rewşa Efrînê jî di nav de, li ser çend mijarên ewlekariyê hevdîtinan bi rayedarên Tirkiyê re pêk bînin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin