Şanda Amerîka ya Rojhilata Navîn sibe serdana Kurdistanê dike

.


 Hat ragihandin ku şandeke bilind a rêveberiya Amerîkayê sibe 5ê Gulanê serdana Herêma Kurdistanê dike û bi berpirsên Herêma Kurdistanê re hevdîtinan pêk tîne.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî da xuyakirin, “Şandeke rêveberiya Joe Biden ku ji çend berpirsên payebilind ên wezaretên berevanî û karên derve û berpirsên Koşka Spî pêk tê, sibe serdana Hewlêrê dikin û bi berpirsên Herêma Kurdistanê re kom dibin.”

Dizeyî da zanîn ku bernameya serdanê berê hatiye plankirin û wê li Herêma Kurdistanê bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re bicive.

Sefîn Dizeyî herwiha diyar kir ku ev serdana şanda Amerîkî ji bo çend hefteyan e û piştî serdana çend welatên Rojhilata Navîn û welatên herêmê, ew şanda Amerîkayê serdana Iraq û Herêma kurdistanê jî dike.

Dizeyî li ser naveroka serdanê û hevdîtinên ligel berpirsên Herêma Kurdistanê got: “Rêveberiya nû ya Biden di demekê de serdana navçe û Iraqê dike ku di çar mehên borî de gelek guhertin li herêmê çêbûne. Biryar e di vê serdanê de rêkeftina stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de û herwiha pirsgirêka hilbijartinê li Iraqê û pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê bêne gotûbêjkirin.”

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin