SANA: Şam ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hat bombebarankirin

.

Paytexta Sûriyê Şam, ji aliyê balefirên şer ên artêşa Îsraîlê hat bombebarankirin.

Li gor ajansa nûçeyan a fermî ya rejîma Sûriyê SANA belav kir, îro di saet 01:18ê ber bi sibehê ve, balafirên şer ên Îsraîlê ji girên Golanê ve mûşek avêtin derdora Şam a paytext.

Herwaha li gor Sana diyar kiriye, sîstema berevaniyê ya rejîma Sûriyê, hemû mûşek li esman têkşikandiye.

Malpera Sky News jî bi zimanê xelkê başûrê Şamê ve da zanîn, piştî bombebaranê, li binke û cîhên milîsên ser bi Îranê ve, teqînên mezin hatine bîhîstin.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye