Şam: Tirkiye li Idlibê bi hawara teroristên Nusrayê ve tê

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand, bo piştevanîkirina teroristan otomobîlên leşkerî yên Tirkiyê sînor derbas kirin û berê xwe dan bajarokê Xan Şêxon li parêzgeha Idlibê.

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand, bo piştevanîkirina teroristan otombîlên leşkerî yên Tirkiyê sînor derbas kirin û berê xwe dan bajarokê Xan Şêxon li parêzgeha Idlibê.

Jêderekî fermî ji Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand, otombîlên leşkerî yên Tirkî ku cebilxane hilgirtibûn bo bi hawara teroristên Cebhet El Nusrayê ve bên, sînor derbas kirin û berê xwe dan Xan Şêxonê.

Wî jêderî tekez kir, ev gava Tirkiyê diyar dike, ku Tirkiye bêsînor piştevaniya grûpên terorist dike.

Herwiha got: Sûriye bi tundî vê destêwerdana Tirkiyê şermezar dike û ev binpêkirina yekperçeyîya xak û serweriya Sûriyê ye û binpêkirina yasayên navdewletî ye.

Tekez kir jî, ev riftara dijminane a Tirkiyê bandorê li operasyonên wan ên li dijî teroristan nake û ew di şerê li dijî teroristan de berdewam in.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir