Şam jî, ji rêkeftina Soçî razî ye

Li ser hevdîtina Erdoğan û Putînî ku doh li Soçiyê pêk hatibû, ji Şamê daxuyaniyên berovajî hev hatin. Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand ku, rêkeftina Soçiyê, ji aliyê hukimeta Sûriye bi erênî hate pêşwazîkirin.

Ligor rêkeftina Soçî ya  di navbeyna Rûsya û Tirkiye de, her du welat erk a pêkanîna herêmek bê çek digrin ser xwe, bi vî awayî jî rê liber pêkanîna Operasyonek hemberî Idlib tê girtin.

Suriye ji aliyê xwe ve, vê rêkeftinê di çarçoveya “herêmên kêmkirina şer” digrin dest û rêkeftinê jî wekî encamek pêwendiyên xûrt ên di navbeyna Şam û Moskow de binav dikin.

Herweha tê ragihandin ku, rêkeftin demkî ye û hukimeta Suriye dê liser tevayiya xaka Suriye kontrola xwe bisepîn e.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin