Salvegera 36 salîya birîna Jenosida Helebçe

MB Boskan

Merd Baran Boskan

Dewleta Iraqê piştî şerê dinê ya yekan û hilweşandin û parvekirina Dewleta Osmanî dibin desthilatdarîya Ingilazan ve hat damezrandin. Di vê demajoyê de Kurdistan jî hat parvekirin beşek wê bi Iraqê ve hat girêdan.

Iraq di sala 1932 wan de bû wek dewletek serbixwe lê dibin parastina Ingilîzan de bû. Ev rewş heta darbeya leşkerî ya Abdulkerim Qasim sala 1958 an dom kir.

Di vê demajoya hanê de desthilatdarîya Iraqê bi hevkarîya Ingilîzan êrîşên dijwar li dijê Kurdan pêkhanîn. Êrîşên ser Şêx Mehmûd, êrîşên ser Şêx Ehmed Berzanî, êrîşên ser Mele Mustefa Berzanî. Divan êrîşande her haweyên çekan bi rêyên bejayî û hewayî bikarhanîn.

1958 an de Abdulkerim Qasim daxwaza zivirandina Mele Mustefa kir û hinek daxwazên Kurdan pejirand,  lê piştî bênvedanek kurt 1961 dîsa Iraqê êrîş hanîn ser kurdistanê û şoreşa 11 îlonê destpêkir, Sala 1963 yan Bais bi derbeyek leşkerî ya dijê Ebdilkerim Qasim hat ser desthilatdarîyê. Di sala 1968 an de Sedam li hevalê xwe jî qulubî û nîr girt destê xwe û heta 2003 yan dîktatorîya xwe domand. Bi biserketina Şoreşa Îlonê di 11 Adara 1970 Kurdistanê Otonomî bidest xis. Piştî navbeynekî kurt û biberhem Iraqê di sala 1974 an de dîsa êrîşkarîyên xwe domandin. Bi lihevkirina Cezayirê 5 adar 1975 an bu egerê koçberî û talan û wêrankirina kurdistanê. Lê piştî salek PDK Qiyada Muweqet şoreşa 26 Gulanê destpêkir. Herweha YNK hat avakirin.

Biserketina Xumeynî ketina Şahê Îranê Iraq  wan deverên ku bi lihevhatina Cezayir pêşkêşê Îranê kiribû xwest şûnda bigire li ser vê şerê Îran Iraqê destpêkir.

Teknolojî her ku pêşdikeve encamên wê jî dualîne. Alîyek jîyana mirovan asantir dike, jiyanê xweştir dike, lê ji alîyê din ve çekên dijwar û komkujîyan jî xwurttir amade dike, kuştin û wêrankirin û kavilkirinan jî asantir dike. Rê û rêbazên komkujî û jenosidan jî vedike. Sedsala bîstan di vî warî de gelek berhemdar e. Çekên Atomê yê vê sedsalê ye, çekên kîmyevî û biyolojî berhemên vê desalê ne.

Xerdela Kukurtê (sulfur) Di şerê dinê yekan de li Belçika hat bikarhanî 90 hezar kes hat kuştin, bi tevayî di vî şerê dinê de bêtirê milyonek kes canda. Di şerê dinê diduwan de tenê li Almanya 3 milyon Cuhî bi gazên jehrî hatin jenosît kirin.

Herweha çekên atomê ya Hîroşîma û Nagazakî yên Japonya mînakên vê sedsalêne.

Di nîvê salên 1980 yî de Bereya Kurdistan ava bû, partîyên Kurdistanî tevan têde cî girtibûn û şoreşa Kurdistanê jî berfiretir bû.

Ji alîyekve şerê bi Îranê re û alîyek êrîşa ser Kurdistan yekcar Sedam hovtir kiribû.

Piştî şerê dinê ya duduyan komkujîya çekê atomê ya Hîroşîma û Nagazakîya Japonya Helebçe komkujîya çekên kîmyewî ya herî mezin  û dijê mirovayîyê ye.

Bajarokê Helebçe yê li Kurdistana Başûr. 15 km dûrê sînorê dagirkerên Îranê 61 km başûrê rojhilatê bajarê Silêmanîyê dikeve.

Komkujîya ku di dîrokê de, Komkujîya Helebçe tê nasîn, ji alîyê mêtinkarên BAIS ve ji 12 adara 1986 heta 7 hezîrana1989 an bênavber didome. Ev jenositek hovane û domdar e.

Divê jenosîtê de  di bin navê Enfal ê de 182 hezar kurd bi saxî kom bi kom binax kirin. 4500 gund û 30 bajarok bi tevayî kavil kirin.

Di roja 16 adara 1988 an de 8 firokeyên MIG-23 yên Hêzên Hewayî yê Iraqê  5 seet bê rawestan bajarê Helebçe yê ku nava bajarok tenê xwecîyê 40 hezar şênîyî bû, bi gaza jehrî bombebaran kirin. Ji bona bandora gaza jehrî zêdetir bibe pêşî bi bombeyên konvansiyonel cam û pencereyên avayîyan şikandin paşê bombeyên jehrî havêtin.

Di êrîşa duduyan vê roja reş de gaza bi bîna sêvan dinav çend deqeyan de ser tevayîya bajêr û navçeya derdorê ve dagirt.

Di van bomberanan de gazên Xerdel, Sarîn û VX hatin bikarhanîn, van gazana çi  devera ku gihîşt tevayîya jîndaran dikuşt.

Kesên ku bi hêvîya rizgarbûyînê diketin rêyan li rê çolan candidan.

Di vê Jenosîte de bi piranî zarok û jin, 6357 kes di cîda hatin kuştin, 14765 kes bi giranî birîndar bûn. Ji ber dever berê jî hatibû bombebarandin piranîya mêran vekişîyabûn çiya yên mayî bi giranî zarok û jin kal bûn.

Li Rapora danasîna Rêxistina Laşxweşî ya Dinê heta niha bermayîyên vê jenosîtê bûye egerê mirina  43753 kesî û seqetmayina pirtirê 61000 kesî.

 

Bêguman helwestên û rengên mêtinkar û zordaran nêzîkê hev in.

Weka mînak: Êrîşkarî komkujîyên mêtinkarên Îranê piştî rûxandina Mehabatê, herweha rejîma îslamî ya mêtinkar êrîş û leyistikên hovane (1979) li Nexedyê û hovîtêyên wan ên domdar ku heta niha bê rawestan didome…

Herweha Bombebarana zanîngeha Qeledizê (24-04-1974) bi bombeyên fosfor û napalman kuştina 163 mamoste xwendekaran û 250 birîndaran.

Rejîma Sûrîyê komkujîya Sînema Amûdê ((13-11-1960) ku 283 zarok şewitandin û bêtirî 250 zarok birîndar kirin..

Rêjîma mêtinkarên Tirkîyê ku piştî serhildana Şêx Seîd bi sedhezaran kurd kuştin û koçber kirin, bi dehan gund tevî mirov û sewalan şewitandin, komkujîya Gelîyê zilan (1930) ji 180 gundî fermî 15 hezar ( lê ligor lêkolîneran 45 hezar kurd tevî zarok, jin kal li newala Derê bi guleyan kuştin, Bi sedan kurd li Dêrsimê (1938) di şikeftan de jehrî kirin , di salên 1980 – 90 îde 4 hezar gund vala kirin û bi milyonan kurd ji cî û warên wan derxistin,

Her weha kişandina hemwelatîbûnîya Kurdên Rojavayê Başûr û Kurdên Feylî, û komkujîya bi destên DAIŞ ê encam û nîşana van hovîtîyanin.

Pispor dibêjin zarokên ku piştî vê jenosîda Helebçeyê seqet ji dayik dibin 3-4 qatê bermayîyê Hîroşîma nin. Bandora vê jenosîda bi çekên kîmyayî û encamên nexweşîyên jê çendin û wê heta çi demî bidome jî ne zelal e.

Piştî rûxandina desthilatdarîya Bais, Sedam Huseyin û Eli Mecîdî hatin darizandin. Elî Mecîdî ji ber komkujîyê cezayê darvekirinê girt û di roja 25-01-2010 an de hat bidarve kirin ((qelema îmzekirina biryarê û benê ku pê hatîye darvekirin di muzexaneya Helebçe de tê parastin)

Sedam Huseyin herçend ji ber komkujîyê Enfala dijê kurdan  doz lê hat vekirin jî, lê mixabin ew,  ji ber komkujîya bajarokê Duceyl hat darizandin û cezayê darvekirinê girt, ewjî roja 8-Temûza 2006 an hat darvekirin.  Mixabin ji ber ku hat darvekirin doza dij wî ya Enfal û jenosîda Helebçe hat girtin û ew kujer ji ber vê jenosîdê nehat darizandin!

Jenosîda Helebçe di civîna 1 adara 2010 an ji alîyê Dadgeha Bilind ya Sûcdarîyê ve kiryareke komkujî û jenosîd hat pejirandin. Herweha Parlamentoya Kurdistana Federal jî vê bkomkujîyê Jenosîd pesend kir. Herweha êrîşkarîya  Enfalê tevî komkujîya Helebçeyê ji alîyê dewletên Iskandinavî û îngilîzve jî Jenosîd hat pesendkirin.

Hukumeta Kurdistana Federal di adara 2014 an de biryardakuHelebçebibeBajar (wîlayet)

Mixabin 36sal di ser vêjenosîdakurd re buhurîlêhetanihaDesthilatîyaIraqêsozên ku dabûnehanîyecî.

Bêgumanbêdewletbûnwekasêwîyê bê dê û bavtimji her haweyêêrîşkarî, hovîtî û zordarîyan re vekirîye!

Arnhem 16 03 2024