Salih Muslim: "Pêşmerge birayên me û zarokên me ne"

Di êrişa Tirkiye ya bakurê Sûriyeyê de 200 şervanên YPGê nehatine kuştin û ev nerast e. Tenê ji hêzên herêmî 11 kesan jiyana xwe ji dan

Tirkiye êrişî sivîlan dike

Hevserokê PYD Salih Muslim di bersivdayîna pirsên ajansa Spûtnîkê de ragihand ku artêşa Tirkiyeyê bi operasyonên xwe yên bakurê Sûriyeyê sivîlan hedef digire.

Di êrişa Tirkiye ya bakurê Sûriyeyê de 200 şervanên YPGê nehatine kuştin û ev nerast e. Tenê ji hêzên herêmî 11 kesan jiyana xwe ji dan. Balafirên Tirkiyeyê ji bo piştgiriya rêxistina terorîst a DAIŞê bombe bi ser xelkê herêmê ve barandin, xelk û hêzên herêmî kuştin.

Tirkiye tim êrişî Rojava dike, di van demên dawî de jî êriş dike lê ev daxuyaniya ku 200 şervan hatine kuştin qet ne rast e. Rastiya wê ev e ku Tirkiye êrişî sivîlan dike û wan dikuje.

Em tim piştgiriya peşmerge dikin

Muslim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên Pêşmerge niha ji bo gelê kurd li Mûsilê şer dikin. Ez ji vir slavên xwe ji wan re dişinim. Ew birayê me û zarokê me ne. Em tim li kêleka wan in û dikarin piştgiriya wan bikin.

Bê Hêzên Pêşmerge çawa derbasî Kobanî bûn û alîkariya hêzên YPGê kirin, YPG jî li Şingal, Mûsil, Kerkûk û li temamê Kurdistanê dikare piştevanî û alîkariya wan bike.

Daxwaza me jî ev e ku hemû hêzên kurd li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê bibin yek. Em daime dibêjin bila hemû hêzên kurd di bin fermandariyekê de bibin yek. Divê baregehe hêzên kurd jî hebe. Helbet ev jî bi civîna Kongreya Neteweyî ve girêdayî ye."

bêhtir bixwîne: https://krd.sputniknews.com/rojhilatanavin/201610214427360-Mislim-Em-tim-pistgiriya-Pesmerge-dikin/

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin