Salih Mûslim hate berdan

Hevserokê PYDê yê berê Salih Mûslimê ku li Pragê hatibû binçavkirin îro derket pêşberî dadwer. Muslim piştî dadgehê serbest hat berdan.

Hevserokê berê yê PYDê û Berpirsyarê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim li ser daxwaza dewleta Tirkiyeyê roja şemiyê li bajarê Pragê paytexta Çekyayê hatibû desteserkirin. Herwiha Muslim îro derket pêşberî dadgehê û dadgeh Muslim serbest berda.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Abdulhamit Gul jî daxuyandibû ku Tirkiye ji bo radestkirina Salih Mûslim hêvî dike ku dewleta Çekyayê di navbera 16-40 rojan de desteserkirina demkî bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin