Salih Muslim: Em ê Efrînê rizgar bikin

Hevserokê PYDê yê berê Salih Mislim, di derbarê rewşa Minbic û Efrînê de axivî û ragihand ku Encûmena Leşkerî ya Minbicê ji bajar venakişe û got ku ew ê Efrînê radestî xwediyên wê yên resen bikin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê berê Salih Mislim di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de ji Îznewsê re axivî.

Salih Mislim got ku ew li gel federasyoneke demokratîk in û wiha pê de çû, “Li Bakûrê Sûriyê di esasê xwe de ne tenê şerekî fizîkî şerekî zihî jî heye li hember zihniyeta tekparêz. Ji bo federalîzmeke demokratîk me hevdîtin bi Şamê re pêkanîn û ji bo vê mijarê jî komîsyon hatin pêkanîn. Hevdîtinên ji bo Sûriyeke demokratîk helbet dem dixwaze.”

Salih Mislim di derbarê rewşa Minbicê de jî got, “Çarenivîsa Minbicê di destê xelkê Minbicê de ye. Encûmena Leşkerî ya Minbicê niha li bajêr e û nabe ji wir vekiişe. Belê dibe bi fîîlî ew hêz ser bi HSDê ve be lê ew bi xwe parastin û karûbarên xwe birêve dibin. Em pêşbînî nakin Amerîka ji xeta sînor hêzên xwe vekişîne.”

Mislim li ser Efrînê jî ku ji aliyê çekdarên cîhadîst û artêşa Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, de got, “Armanca me ew e em Efrînê ji hêzên biyanî rizgar bikin û radestî xwediyên wê yên resen bikin. Herçiqas hewldan û daxwaz hebe jî ku demografiya Efrînê biguherin, gelê Kurd rê nade vê.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin