Salih Mislim: Tiştê me anî serê DAIŞê emê bînin serê Hikûmeta Sûryê

Hevserokê berê yê PYDê û endamê Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk di TEVDEMê de Salih Mislim hişyarî da Hikûmeta Sûryê ji encamdana her êrîşekê li dijî Rojavayê Kurdistanê.

Salih Mislim li ser Twitter a xwe nivîsiye: Her kesek bizav bike êrîşî wan navçeyan bike, ku me ji DAIŞê rizgar kiriye, wê çarenivîsa wî weke ya DAIŞê be.

Ev daxuyaniya Mislim weke bersivekê ye li ser gefên Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd El-Muelim, ku li Şamê ragihand: Piştî kontrolkirina Idlibê, em ê berê xwe bidin rojhilata Çemê Firatê û careke din wê deverê vegerînin bin kontrola Hikûmetê.

Ji aliyê xwe ve jî, Encûmena Sûriya Demokrat (MSD) daxuyaniyên Muelim red kir û di daxuyaniyekê de got: Baweriya me bi çareseriya siyasî nayê û me ti carî şer bi Hikûmeta Sûriyê re nekiriye. Hêzên Sûriya Demokrat, hêzên berevaniyê ne û zimanê gefan ê ku hin berpirsên Hikûmeta Sûriyê pê diaxivin, xizmeta çareseriyê nake.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin