WELATÊ ME
Welatê me bax bostan e,
Roniya çavê Kurdan e!
Ew ciyê bav û kalan e,
Hem jiyane, rih û can e!
Kurdistan ciyê Kurdan e,
Ji me re ew niştîman e.
Warê şêr û pilingan e,
Fireh ye, wek cîhan e!
Welatê me gulistan e,
Binyata xwe ser Medan e.
Kurd lê hezaran salan e,
Ji wan re bûye mekan e...
Welatê me tev giyan e,
Navê wê xweş li cîhan e.
Stêra sor e, li asuman e,
Ronya çavê me Kurdan e!..
Dem hatiye, Kurd tev civyan e,
Guhên xwe li serokan e!..
Rabin merdino! Meydan e,
Ew sedsala me Kurdan e...
ABUZER BALÎ HAN/2013