Abuzer Bali Han
-Lêkolîner-
Yek Gulan 2026
Îro Yekê Gulan li cîhan! Ew roj roja karkeran e! Li hemî kolanên cîhanê dengê karkiran li kolanan bilind dibe heya qatê erşan! Belê, 1ê Gulanê li seranserê cîhanê wekî cejneka pîroz, ew di nav Karkerên Kurdistanê de jî hêdî hêdî dengê xwe bilind dike! Gelê Kurdistan di nav çar dewletan de dabeş bûye! Neyaran her yek perçe bi xwe re birine! Ew roja ji bo karker û zahmetkeşên Kurdistanê di nav xweda û bi yekitî, têkoşîn û piştgiriya navneteweyên cîhanê bi hevre tê pîrozkirin.
Ev roj ji bo hemî karkerên cîhanê xwediyê wateyeke dîrokî ye! Dîroka wê rojê pir kevn e! Cara yekem li cîhanê ew di sala 1856 an de li bajarê Melbourne yê Avustralyayê ji bo karkirina rojê de û kêmkirina saetên kar, karkerên çêkirina avahiyan xwepêşandanek pêk anîn!.. Karkiran wê demê ne wek îro heyşt saed, heya 15 û 16 saetan kar dikirine!.. Karkir bi yek dengi ew neheqiya pirotesto kirin!.. 1 ê Gulanê, ew roj bûye sembola têkoşîna karkerên cîhanê!.
Di sala 1886 an de bi sedhezaran Karker li Amerîka di 1 ê Gulanê de bi sedhezaran karker li seranserê Amerîkayê greva ji bo rojê 8 saed karkiririnê berxwe dane û kar berdayîne!.. Dîsa di ew rojê de di sala 1886 an de li Chicagoyê di navbeynê Karker û polîsan de pevçûn pêk tê! Bûyer bi bombeyek avêtinê û paşê jî agirberdayîna polîsan ya ser karkiran bi gule reşandinê her berdewam dike!.. Di vê pêvçûnê de geleek karker û polîs jiyana xwe ji dest didin!..
Pîroziya Roja Yekê Gulanê cara yekem di sala 1889 an de ji aliyê Enternasyonala Duyemîn (komeke navneteweyî ya partiyên sosyalîst û sendîkayan) ve li Parîsê hate ragihandin (îlan kirin). Çi mixabin ew roja karkeran li Kurdistan ji aliyê dagirkeran va her dem têye xedexe (yasaq) kirin! Li Tirkiyê di sala 1925 an de, bi zagonekê pîrozbahiya 1 ê Gulanê hate qedexe kirin. 1 ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê weke roja "Cejna Bahar û Kulîlkan" hate ragihandin!..
1 ê Gulan sala 1977 an li Stenbolê, li Kêda Taksîmê sendîkata Karkirên Tirkiyê ya bi navê DİSK dixwestin 1 ê Gulanê pîroz bikin! Dema karker li Taksîmê hev civîyan polisan li ser karkeran qurşun reşandin! Di vê bûyerê de 34 karkir hatin kuştin û bi sedan jî karker birîndar bûn!.. 350 karker bêtir jî hatî bûn binçav kirin!..
Dîroka karkirên Kurdistan hinek jî bi ya karkerên gelên serdest va hatiyê girêdayîn! Dema Gelê Kurd ne azad be, azadiya karkerên Kurdistanê jî ne hêsan e! Lê belê karkirên Kurdistan bi karkirên gelê serdest va tev di 1 ê Gulanan de dest didin hev! Bi tev dimeşin û bi tev diqîrin!.. Bijî Yekê Gulan! Bijî tevgera gelê Kurdistan!..
MA HÊN NE DERENG E ?!..
Gotin hene ewna ji hev cuda ne,
Azadî xweş e, ew wek mercan e.
Bêje heye, jê re pir ne hewce ye,
Dema mirov bibiyze wek zêr e,
Gotina sivik erzan e, wek per e!
Ew ber ba dikeve, berjor difire.
Lê rastbêjî gotinên puç dikujî!..
Rûspiyên berê bê wate negotine:
”Xwar rûne, lê herdem rast bêje!“
Ew meteloka Kurdan usa dibêje.
Welatparêz ji hevra wek bira ne,
Her gotin di ciyê xwe de giran e!
Heke mirov bêje berhewa biçe,
Bêdengî xweştir e, ew vala neçe!
Emrê legleg her çiqas jî dirêj be
Ew bi leqleqê vala derbas dibe!..
Mirov ne usa ne, ew bi armanc in,
Lê çi mixabin îro bes tenê li dinê
Yên bindest mayîn Kurmanc in!..
Hey birêzan serokên hêzên Kurdan!
Dengê yekîtiya we behs nabê bi salan.
Hun hên rêya çi dipên, çima nabin yek?
Hun nizanin ku Kurd dimirin tek û tek?!.
Her roj balafirên şer bomban davêjin,
Çiya û deştên welatê me xwîn digîrin!
Dor xwe binêrin her cihî şehîdek heye,
Bi deh hezaran jimara wan zêdetir bûye.
Îro xwîn digîre welatê me Kurdistan,
Bêdengiyê de lê seyr dike ew cîhan!
Serokno! Hevkariya we deng jê naye?!.
Ma ew meydana siyeseta qirêj usa ye?
Di wir de,
mirov nizanê ku
kî peyayê kê ye?..
Di nîştîmanperweriyê de dubendî nîn e,
Heke hun îro pêda refên xwe nekin yek
Di nav we de neyartî hebe dawî li we tîne!
Netewa Kurd hişyar bûye, serok li ku ne?
Gelo ma hun ji xwe re hesabê çi dikine?..
Neyar ji xwe neyar in, ew wek gurê har in!
Serokên me Kurdan jî, ji hevdu re serbar in
Gelo çima li paş deriyên reş û tarî dipeyîvin?
Werin pêşberî gelê xwe danîşin û biaxivin
Bila baş bê zanîn, ku kî qenc e û kî xayîn!..
Bi hevdu re xayîn gotin ne gotinek rast e!
Bi peyvên şaş hevdu gilî kirin ne dirust e!
Saziyên netewa Kurd xwe re nabin neyar ,
Werin destan bidin hev, bibin dost û yar...
Bi gelenperî, ne bi serê xwe tenê tek û tek!
Yên ji nav yekîtiye birevin, diçin, bibin sek!..
Têkoşerê nemir Osman Sebrî gotî bû:
”Pêyayê xelkê, nabe pêyayê gelê xwe!“
Gelo hêdî bê zanîn kî pêyayê kê ye?
Çima?
Ji bo çî heya îro?!.
Hebûna Kurdan ji xelkê re ye?..
Werin dest bidin hev mil bi mil vî karî
Bi hevra bibin ser, dest berdin ji neyarî!
Dema welatparêz ji hevra wek neyar bin,
Di navbeynê de her dem sîxurên dijmin
Yê li ser hespên wan kuheylan siyar bin!..
Wê demê gelo kî yê kê çawa baş binase?
Mirov nizane çi şaş e, çi bingeha esas e?!.
Ma ne bes e? Pir sal in ku mij û duman e!
Di nav mij û dumanê de kêf kêfa guran e.
Dem borî, îro cîhan tev de hate guhartin,
Azadiyê xemla xwe girêdaye wê binêrin.
Her netew bi hevkariya serokên xwe heye,
Dema serok jî dijî hev bin mana xwe çiye?
Hemî bi hevra carek mil bidin hev bihêjin,
Yên pîs û qirêj xayînan ji nav xwe bavêjin!..
Bila Kurd jî yek bin, hevra bijîn wek biran,
Aza û bextewar bin li ser axa bav û kalan!..
1 ê Gulan 2008