Şahjina duyemîn ya neteweyên Australiya ji Ranyayê ye

Pesar Yusif ku bi Nîne Murad tê naskirin, bi pileya duyemîn ya şahjina neteweyên AUSTIRALIAYê hat hilbijartin

Keçika kurd ya ji Ranyayê ku li welatê Australiyayê xwe wek namzeta şahjina neteweyan tomar kiribû, bi pileya duyemîn derket û bû şahjina duyemîn ji bo neteweyên cîhanê li Australiyayê.

Li gor PUKmediayê radigihîne, ew keçika Ranyayî ku xwe wek namzeta şahjina neteweyên li Austiraliyayê tomar kiribû, ya bi navê Pesar Yusif ku bi Nîne Murad tê naskirin, bi pileya duyemîn ya şahjina neteweyên AUSTIRALIAYê hat hilbijartin.

Hêjayî gotinê ye ku Şahjina kurd ya ji bajarê Ranyayê Başûrê Kurdistanê, beşdarî pêşberkiya cîhanê dike. Keçka ciwan ya kurd ku xelkê Ranyayê li Başûrê Kurdistanê ye, ji bo şahjina neteweyên Austiraliya ya 2016an, hat pêşniyar kirin ku bibe namzeta Şahjina xweşik ya neteweyên wî welatî.

 

MAGAZÎN Haberleri

Dixwazin 7 sal cezayê hepsê lê bibirin
Vê hefteyê 8 fîlm wê bikevin vîzyonê
Li Venedîkê festîwala fîlman destpêkir
Sezona sêyemîn a La Casa de Papel hat weşandin!
Gundê Qerezqelanê