”Rûxandina peykerê Ehmedê Xanî, nîşana dijîtîya Kurda ne!”

PAK: Mesûlên vê rûxandinê şermezar dike û divê bila bên cezakirin û Peyker jî ji nû ve bila bê çêkirin.”

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) ragihand ku rûxandina peykerê helbestvan, fîlozof û mutesewifê kurd Ehmedê Xanî, nîşana dijîtiya Kurdan e.

Hevşaredarê DBP yê Bazîdê Rohat Ozbay di 23.01.2017ê de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî yê Tirkiyê ve ji kar hatibû dûrxistin û hatibû tewqîfkirin; di şûna wî de Qaymeqamê navçeyê Ulaş Akhan di 24.01.2017ê de wekê qeyûm hatibû tayinkirin û ew di 25ê Hezîranê li Parka Ehmedê Xanî peykerê Xanî hilweşand.

Gelek kes li ser medyaya civakî nerazibûna xwe li hemberî helwesta qeyûmê Bazîdê nîşanda û yek ji wan jî Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk e.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik derbarê vê yekê de li ser twitterê helwesta xwe ragihand: “Rûxandina peykerê Ehmedê Xanî,nîşana dijîtîya Kurda ne. Mesûlên vê rûxandinê şermezar dikim û divê bêne cezakirin. Peyker bila ji nû ve bê çêkirin.”

Dihê zanîn şaîr, fîlozof û mutesewifê kurd Ehmedê Xanî di sedsala 17mîn de jîya ye. Ehmedê Xanî ku gora wî li Mizgefta Îshaq Paşayê ye û bi berhama xwe ya navdar Mem û Zînê tê naskirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin