Rûsyayê ji ber helwesta Ewropa ya bo Navalny gefa qutkirina têkiliyan xwar

.

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, bi sedema ku welatên Ewropayê di li ser girtina serokê opozîsyona Rûsyayê Aleksey Navalny û alîgirên wî dixwazin dorpêçan deynin ser Rûsyayê, gefa qutkirina pêwendiyan li Yekîtiya Ewropayê (YE) xwar.

Medya Rûsyayê ragihandiye ku Sergey Lavrov îro 12ê Sibatê gotiye, heger Yekîtiya Ewropa dorpêçê li ser sektorên girîng ên Rûsyayê pêk bîne, wê demê Moskow jî amade ye pêwendiyên xwe yên li gel Yekîtiya Ewropayê qut bike.

Sergey Lavrov ragihand, Rûsya naxwaze ji cîhanê qut bibe, lê amade ye ji bo hemû egeran û got: “Eger tu aştiyê dixwazî pêwîste ji bo şer jî xwe amade bikî.”

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir