Rûsyayê çekdarên girêdayî Tirkiyê bombebaran kirin

.

Hêzên Rûsyayê navendeke polîsên girêdayî opozisyona Sûriyê li başûrê parêzgeha Idlibê bombebaran kirin.

Li gor parçe videoyekê, hêzên Rûsî navendeke polîsan li bajarokê Ehsem li navçeya Cebel el-Zawiye li başûrê Idlibê bombebaran kiriye.

Li gor çavkaniyên xwecihî, hêzên Rûsî ew navenda polîsan bi rokêteke corê Krasnopol kirine armanc û jinav birine.

Li gor heman çavkaniyan, ew êrîşa hêzên Rûsî roja duşema borî hatiye kirin.

Parêzgeha Idlibê di bin kontrola grûpên çekdarên ên opozisyona Sûriyê de ye ku Tirkiye piştevaniya wan dike.

Artêşa Sûriyê berî niha ji bo kontrolkirina wê parêzgehê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin lê di encama rêkeftina Serokomarê Tirkiyê û Serokê Rûsyayê de agirbest hatibû ragihandin.

Lê tevî rêkeftinê jî hêzên hikûmetê û çekdarên li wê parêzgehê berdewam pêgehên hev bombebaran dikin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye