Rûsyayê bo Rojhilata Firatê hişyarî da

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov, li ser operasyona li dijî Rojhilata Firatê bangawaziya eqlêselîmiyê kir.

Bogdanovî da zanîn ku digel hemû aliyên operasyona gengaz a li dijî Rojhilata Firatê di nav têkiliyê de ne û bang li hemû aliyan kir ku bi qelêselîm tevbigerin.

Bogdanovê ki bi çerçoveya Civîna 11emîn a Lijneya di navbera Hikûmetên Sûrî-Rûsyayê li Şamê axivî û got: "Kurdên li Sûriyê û li derveyî Sûriyê jî tê de, em digel hemû aliyan diaxivin. Em bang li hemû aliyan dikin ku bi eqlêselîm tevbigerin. Dawiya dawî fikra me ev e ku dialog û rêbazên siyasî ji şerên çekdarî çêtir in. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin