Rûsya û Tirkiyê li Hesekê gereke çavdêriyê ya hevbeş pêk anîn

.

Serbazên Rûsya û Tirkiyê, li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê gereke çavdêriyê ya hevbeş pêk anîn.

Li gor medyaya Rûsyayê, Fermandarê Yekîneya Gerên Çavdêriyê yê Hêzên Çekdar ên Rûsyayê Andrey Titov ji rojnamevanan re daye zanîn; 114emîn gera çavdêriyê ji aliyê serbazên Rûsya û Tirkiyê ve hatiye pêkanîn û ev ger bêyî pirsgirêk bi dawî bûye.

Titov destnîşan kiriye, di gera çavdêriyê de, ji devera Şeyrek destpê kirine û serbazên her du welatan, li nêzîkî devera Jarih El Feyqanî hatine ba hev û 95 kîlometre geriyane û gera çavdêriyê 4 saetan ajotiye.

Herwiha diyar kiriye, di gerê de çavdêriya "deverên ku li gor rêkeftinê divê hêzên Kurd lê nebin" kirine.

Herî dawî Andrey Titov gotiye, di gera çavdêriyê de helîkopterên hêzên esmanî yên Rûsyayê jî yawerî kirine.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye