Rûsya û hikûmeta Sûriyê hêzên xwe li Rojava zêde dikin

.

Rûsya û hikûmeta Sûriyê hêzên xwe li herêmên Rojavayê Kurdistanê zêde dikin.

Rûsya 100 serbaz ji Feyleqa 5em ji parêzgeha Dêrezorê ji bo parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê şandine.

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja yekşemê, Rûsya 100 serbaz ji Feyleqa 5em ku girêdayî Rûsyayê ji bo parêzgeha Hesekê veguhestine.

Li gor heman çavkaniyan, mebest ji veguhestina vê hejmarê zêdekirina hêzên ser bi Rûsya li navçeyên rojhilatê Feratê ye.

Ev di demekê de ye ku roja 7ê nîsana borî, hêzên hikûmeta Sûriyê 400 çekdar li gundekî başûrê Qamişlo bi xoleke serbazî amade kiribûn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin