Rusya û Erebîstan nikarin bikevin şûna petrola Îranê

Wezîrê Neftê yê Îranê Bîjen Namdar Zengene got neftên Rûsya û Erebîstana Siûdî dikarin bibin alternatîfa nefta Îranê.

Zengene îdia kir asta hilberîna neftê, di dîroka herdu welatên Rûsya û Erebîstanê de, di asta herî bilind de ye û got jê pê ve nikarin bi qasî Îranê neftê hilberînin.

Wezîrê Îranê herwiha got ev yek jî bazarên neftê jî nîgeran dike û ji ber vê jî nirxa neftê her diçe bihatir dibe û bandoreke nerênî dike ser aboriyên welatên ku hilberîna wan girêdayî neftê ne. 

Zengene bangî Amerîkayê jî kir û got: "Alternatîfa Îranê di bazarên neftê de nikare were peydakirin û bandoreke nerênî dike ser aboriya welatan, lewre em bangî Amerîkayê dikin dev ji sepandina dorpêçan li ser nefta Îranê berde."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin