Rûsya, Tirkiye û Îranê, li ser DAIŞ û El Nûsrayê li hev kirin!

Beriya hevdîtina sêalî ya li Soçiyê Serfermandarên hersê dewletan civînek pêk anî. Di civînê de her sê alî, li ser jiholêrakirina hebûna DAIŞ û El Nûsrayê (Fetih el Şam) li Sûriyê li hev kir.

Li gor nûçeya Sputnikê Serfermandarê Rûsyayê Valeriy Gerasimov, li Soçiyê digel hevpîşeyên xwe yê tirk û faris Hulusi Akar û Muhammed Bakirî civiya. Hate ragihandin di civînê de li ser jiholêrakirina milîsên DAIŞ û El Nûsrayê û bo vê yekê gavavêtinên şênber, her sê alî li hev kirin.

 

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de digel tunekirina DAIŞ û El Nûsrayê li ser bergiriyên ku dê li Herêma Kêmkirina Vekêşanê ya li Îdlîbê koordînasyonan zêde bike li hev kirin. Gerasimov ragihand ku qonaxa çalak a operasyonên leşkerî yên li Sûriyê hatiye ber qedandinê.

Gerasimov ji Akar û Bakirî re got ‘bi hewldana we ya hevpar me li Sûriyê serkeftin bi dest xistin, ya herî girîng hevgirtina xakî û serweriya li Sûriyê hate parastin, şerê navxweyî hate sekinandin û şert û mercên bo vegera koçberan û ji nû ve avakirina jiyana aştyane pêk hatin.

(nerinaazad)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin