Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astanayê li hev dicivin

Hate ragihandin ku wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê ku garonatorê herêmên kêmkirina rageşiyan li Sûriyeyê di çerçoveya Astanayê de hatibû lihevkirin, li Astanayê di meha Adarê de dê li hev bicivin.

Nûnerê Taybet yê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn yê Rojhilata Navîn Mîhaîl Bogdanov, daxuyand ku Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov bi hempîşeyê xwe yê tirk Mevlut Çavuşuoglu û yê Îranê Cevad Zarif re meha pêş dibe ku hevdîtinekê pêk bînin.

 

Bogdanov, li ser pirsa, gelo wezîrên karên derve yê dewletên garantor yên pevajoya Astanayê Rûsya, Tirkiye û Îran wê carekedin kengî bên ba hev? wiha bersivand: "Niha li ser tarîxê hevdîtin tên kirin, civîn dibe ku di meha adarê de li Astanayê pêk were."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin