Rûsya: Tirkiye rêkeftina îdlibê bicih nayîne

Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov ragihand divê liv û tevgerên Tirkiyê ên li ser sînorê Sûriyê, gef li serweriya xaka Sûriyê nexwe.

Peskov di bernameyeke kanala Rossiya-1ê de, Rêkeftina Edenê ya ku di sala 1998an de di navbera Şam û Enqerê de hatibû îmzekirin û destûr dide Tirkiyê ku hin operasyonên piçûk li ser sînor pêk bîne bibîr xist û got:

"A girîng ev e ku ev sepandin, destûr nede ku li ser sînor, avakirinên herêmî yên derveyî dewletan pêk werin û gef li yekperçeyî û serweriya axa Sûriyê nexwin."

Peskov herwiha diyar kir Tirkiye rêkeftina îdlibê bi temamî bicih nake û wisa pêde çû:

"Rewşa Idlibê li cem Şamê û Moskowê cihê metrsiyê ye ji ber ku, Tirkiyê ew rêkeftina derbarê wî bajarî bi temamî cîbicî nekir. Berî niha Tirkiyê soz dabû ku, rewşa parêzgeha Idlibê liberçav bigre û mixabin rewş her ku, diçe xerabtir dibe."

 
Herwiha Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peşkov da zanîn ku, navçeya bêçek a Idlibê bi giştî ketiye bin kontirola Cebhet El Nusrayê de.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin