Rûsya şerekî nû li Sûrîyê naxwaze

Wezareta Derve ya Rûsyayê radigihîne, Rûsya rê nade ku Sûriye bibe meydana şerekî nû ya herêmî û êrîşên Îsraîlê li ser xaka Sûriyê nayê qebûlkirin.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ji rojnameya “Ahram” a Misrî re ragihand, helwesta wan derbarê êrîşên Îsraîlê li ser Sûriyê nehatiye guhartin, divê rêz li serwerî û yekperçeyîya Sûriyê were girtin û welatê wî rê nade Sûriye bibe meydana şerekî herêmî di navbera welatên herêmê de.

Lavrov da zanîn, Rûsya di pêwendiyên xwe bi bi hemû aliyên pêwendîdar re tekeziyê li ser çareseriyê Sûriyê dike, ji ber ku encamên nerênî yên pirsê dê bandorê li ser Rojhilata Navîn bi giştî bike.

Çend sal in Îsraîl bingeh û komgehên çekan ên hêzên Îranî li Sûriyê bombebaran dike û dibêje ew rê nade Îranê ji xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bike.  

Li ser rewşa Golanê jî got jî, danpêdana Amerîka bi desthilata Îsraîlê li Golanê li dijî yasa û peymana Netewên Yekgirtî, perensîpên yasaya navdewletî û biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî ne.

Got jî, Washington dixwaze destkeftên civaka navdewletî û bingeha qanûna navdewletî yên pesendkirî ji bo dîtina çareseriya rewşê li Rojhilata Navîn hilweşîne.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye