Rûsya: Pêwediyên me digel Emerîkayê qet qut nebûye

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Ryabkov ragihand, ku pêwendiyên Moskow û Washingtonê qet nehatine birrîn û hîn berdewam in çi ji aliyê serbazî yan ji aliyê siyasî ve.

Sergei Ryabkov diyar kir, ku ew pêwendî bi awayekî nihênî dimînin û nayên eşkerekirin, ji ber ku nakokiyên mezin di helwestên herdu welatan de hene.

Ryabkov got jî: Tevî ku armancên Amerîkayê li Sûriyê ne zelal e, Rûsya bizavan dike, ku xalên hevbeş li gel Washingtonê li Sûriyê peyda bike.

Navborî tekez kir, ku Amerîka dixwaze hebûna xwe li rojhilata çemê Firatê û li navçeyên petrolê xurt bike, tevî ku hêzên Amerîkî ne bi razîbûna Hikûmeta Sûriyê derbasî wan navçeyan bûne.

Derbarê piroseya Cinêvê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê got: Astana ne şûngira Cinêvê ye û ew hêvîdar in ku pêşketinek di danûstendinên Cinêvê de çêbibe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin