Rojnameya Svobodnaya Pirsa ya Rûsî ragihand, ku Tirkiye dest bi bihêzkirina sengeran kiriye û milîsan li Îdlibê kom dike, da ku artêşeke 100 hezar kesî ava bike.
Li gorî zanyariyên wê rojnameyê, ew bizavên Tirkiyê di demekê de ne, ku Rêjîma Sûrya dixwaze êrîşî Îdlibê bike û wê parêzgehê kontrol bike.
Herwiha rojnameyê bal kişand ser wê yekê, ku Îdlib bûye dawîn penageha çekdarên terorîst, lewra Rûsya moleta mehekê daye Tirkiye, da ku helwesta xwe di derbarê Idlibê de zelal bike.