Rûsya: Ji rojhilata Sûriyê tankên petrolan derbasî Tirkiyê dibin

Serokê Sererkaniya Rûsyayê Valeriy Gerasimov ragihand ku Amerîka dixwaze li Sûriyê, ji Şamê serbixwe, dewleteke Kurdî ava bike.

Serokê Sererkaniya Rûsyayê Valeriy Gerasimov di derbarê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de daxuyanî da.

Gerasimovî got: Amûrên îstîxbarî yên Rûsyayê, bi awayekî rêkûpêk tespît dike ku ji rojhilata Sûriyê ya ku Hevpeymaniya Navdewletî wan deveran kontrol dike, tankên petrolê derbasî Tirkiye û Iraqê dibin.

Gerasimovî her wiha got "Dahatên ji firotina petrolê têne bidestxistin, bo fînansekirina milîtanên DAIŞê têne bikaranîn."

Gerasimovî di derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî wisa got: "Rewşa li Rojhilata Firatê ku Amerîka digel Kurdan hevkariyê dike û hewl dide qaşo dewleteke ji Şamê serbixwe ava bike, her diçe xirab dibe. Aniha bo pergala ku wek 'Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê' bi nav kirine hikûmetekê ava dikin. Bi vî awayî Amerîka daxwazên cihêxwaz ên Kurdan xurttir dike û destûrê dide wan ku zorê didin eşîrên ereb"

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin