Rûsya: Em PKK û YPGê wek terorîst nabînin

"Ligel vê jî em her rûdanên çêdibin tevî rewşa tawanê û failên wan li gor encamên lêkolînan wek çalakiyên terorê dinirxînin."

Rayedarê Wezareta Derve ya Rûsyayê Aleksandr Botsan-Harçenko ragihand ku ew PKKya li Tirkiyê çalakiyan dike û YPGya li bakurê Sûriyê çalakiyan dike wek rêxistinên terorîst nabînin.

Botsan-Harçenko li ser pirsekê ji medya Rûsî re got, "Li Rûsyayê ev her du rêxistin ne di lîsteya terorê de ne. Ev rastiyek e, rewş ev e."

Rayedarê Rûsî wiha berdewam kir: "Ligel vê jî em her rûdanên çêdibin tevî rewşa tawanê û failên wan li gor encamên lêkolînan wek çalakiyên terorê dinirxînin."

Sputnik

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin