Rûsya: Em piştgiriyê didin hevdîtinên Kurdan û Sûriyê

Serokwezîrê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Moskow piştgiriyê dide hevdîtinên ku aniha di nav Kurdan û Hikumeta Sûriyê de encam dide.

Lavrov got piştî vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, divê çek, baregehên leşkerî û van herêman giş bikevin bin kontrola hikûmeta Sûriyê û artêşa Sûriyê û rêvebiriyên herêmî yên Sûriyê. Di heman demê de jî divê li herêmên ku Kurd bi awayekî kevneşopî lê hene, şert û mercên pêwîst divê bêne avakirin.

Lavrovî got em piştgiriyê didin danûstandinên herdu aliyên Kurd û Hikûmeta Sûriyê.

Lavrovî herwiha diyar kir pirsa Kurd li Sûriyê, Iraqê û welatên din, li gor destûrên wan welatan bêne çareserkirin û mafên kêmariyê yên Kurdan divê bi danûstandina nûnerên Kurdan û hikûmetên navendî ve bêne dayîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî çend rojan, nûnerê HSDê yê Moskowê Rşad Bienaf ragihandibû ku Kurdên Sûriyê digel Hikûmata Sûriyê ti danûstandinê nakin û hemû hevdîtin giş hatine sekinandin. Li ser sedema sekinandina danûstandinan de jî Bienaf dabû zanîn ku Kurd ndixwazin li seranserê axa Sûriyê sîstemeke demokratîk were avakirin lê Hikûmeta Sûriyê rijd e li ser sîstema navendî ya beriya şer û pevçûnan. 

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin