Rûsya: Em li dijî bidûrxistina PYDê ne!

Balyozê Rûsyayê yê Şamê Aleksandr Kinşak, ragihand ku Rûsya dijî wê yekê ye ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji hevdîtin û platformên derheqê Sûriyê de tên kirin, were dûrxistin.

Balyozê Rûsyayê yê Şamê Aleksandr Kinşak, derbarê mijarê de ji medya Rûsî re axifî û got:

 

“Bi baweriya me dûrxistina PYDê ji her hevdîtin û platformekê, berevajiya tê çaverêkirin, dê zerarê bighîne. Di serî de bi rêya Navenda Lihevanînê ya Rûsî li Himeymîm, herdem em ligel PYDê di têkiliyê de ne.”

 

Kinşak wiha axifî:

 

“Li Sûriyê ji destpêka derketina şer û pevçûnan ve Rûsya, di wê baweriyê de ye ku Kurd jî di nav de divê nûnerên hemû hêzên aktîf ên siyasî tevlî proseya çareseriya krîza li welêt bibin.”

 

Balyozê Rûsyayê yê Şamê Aleksandr Kinşak, bal kişand ser wê yekê jî ku ji dema di sala 2016ê de PYDê li Bakurê Sûriyê federalî ragihandiye, di areneya siyasî ya nav welêt de hatiye tecrîdkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin